Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerîya Amerîka: Di Êrîşên Esmanî yên Koalîsyonê de 64 Sîvîl li Îraq û Sûrîyê Hatin Kuştin


Firokeke Amerîkî
Firokeke Amerîkî

Leşkerîya Amerîkî ragihand ku di encama kempeyna êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ'ê de li Îraq û Sûrîyê, 64 sîvîl sala borî hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Hejmarên nû ku ji alîyê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî hatine dayîn destnîşan dike ku ji Tebaxa 2014'an ya destpêbûna operasyona vir ve, bi giştî 119 sîvîl hatin kuştin, 37 kesên din jî birîndar bûn.

Rêxistinên mafên mirovan gumana xwe dîyar dikin ku hejmara rastîn bilindtir e. Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) di meha Cotmehê de ragihand ku êrîşên esmanî di nav du salên dawî de tenê li Sûrîyê pirtir jî 300 kes kuştin.

XS
SM
MD
LG