Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty Alîkarîya bo Awareyên Îraqê Rexne Dike, Hember Krîza Mezintir Hişyarî Dide


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) îro Sêşemê dide zanîn ku alîkarîya hikûmetê Îraqê jibo kesên ku şer revîne ji pêdivîyên heyî gelek dûr e.

Amnesty hişyarî dide ku reng e gelek kesên din cîh û warên xwe bihêlin û ew jî bibe sedema telihevîyên nû li Îraqê.

"Bersîvdana karbidestên Îraqî ji kesên aware re heta niha gelek kêm bûye û piranîya cîhanê kêşeya wan mirovan piştguh kiriye," Lêxweşbûna Navnetewî got.

Alîkarîya Îraqî û ya navnetewî ya Hezîranê bûye sedema rexneyan jiber ku ew alîkarî nekarîbû hewcedarîya bi deh hezaran sîvîlên ji Felucê revîne peyda bikin.

Şîretvana Amnesty ya bersîvdana krîzên mirovahî Donatella Rovera civata navnetewî hişyar kir ku di demên pêş de kêşeyên mezintir peyda bin.

“Ku alîkarîya mirovahî bi xurtî neyê amade kirin, îhtîmal e ku di demên pêş de, bi koçberbûna bi sed hezaran kesan jiber operasyonên nû û revîna ji zordarîya DAIŞê krîzên mezintir li Îraqê derkevin,” Rovera bi berdewamî got.

Karbidestên leşkerî û yên mirovahî pêşbînî dikin piştî destpêbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê heta 600,000 kes dikarin neçar bin ku cîh û warên xwe biterkînin.

XS
SM
MD
LG