Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Li Girtîgeheke Sûrîyê Bi Hezaran Kes Hatine Daliqandin


Li zindaneke Sûrîyê girtîyek
Li zindaneke Sûrîyê girtîyek

Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International) îro Sêşemê ragihand ku li girtîgeheke veşartî ya Sûrîyê, piranîya wan sîvîl û serhilda 13 hezar kes hatine kuştin.

Amnesty di raporeke nû de dîyar kir ku di navber salên 2011 û 2015'an de li Girtîgeha Saydnaya her hefte înfaz pêk hatine.

''Her hefte 20-50 kes, bi awayekî nepenî li girtîgeha ku li bakurê Şam'ê ye hatine kuştin'' hat nivîsîn di raporê de.

Dadgerekî leşkerî yê kevn jî di raporê de eşkere kir ku ti têkilîya dadgehê û hiqûqê nemaye, kesên desteserkirî bêtawan bin jî, têne girtin û kuştin.

Hikûmeta Sûrîyê berê ev îdîayên bi vî rengî red kiribûn.

Amnesty, da zanîn jibo raporê de girtî û rêvebirên girtîgehê jî di nav de 84 kesan re hevdîtin kiriye.




XS
SM
MD
LG