Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty, jiber Karmendên ku ji Kar Hatine Derxistin Tirkîyê Rexne Dike


Akademîsyen li Enqerê biryarnameyên hikûmetê protesto dikin
Akademîsyen li Enqerê biryarnameyên hikûmetê protesto dikin

Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International), Tirkîye jiber ku karmendên dewletê ‘’bi kêfî’’ ji kar derdixîne rexne kir. Amnesty bi raporekê dîyar kir ku piştî hewildana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, xebatkarên hêzên çekdar û dadgehê jî di nav de, ji 100,000 zêdetir kes kar hatine derxistin.

Amnesty da zanîn ku hikûmetê, piştî 15’ê Tîrmehê bi biryarnameyan 33,000 mamoste ji kar derxistine ku ew hemî bi sûcên giştî yên wek ‘’peywendîyên bi rêxistina terorî’’ tên tawanbar kirin. Rêxistina navneteweyî ragihand ku 24,000 polîs û bi jimaran kesên din yên di wezaretan de jî bi biryarnameyan ji kar hatine derxistin.

Amnesty dîyar kir ku her çiqas hikûmet di jikarderxistina hin karmendan de mafdar be jî, destdanîna ser pasaportên wan kesan û astengkirina wan bo xizmetên dewletê li dijî hiqûqê ye.

Amnesty rapor ser agahîyên ku 33 erkdarên dewletê yên berê, anket, sazîyen sîvîl û parêzeran dane amade kir.

Amnesty dîyar kir ku jibo kesên ji kar hatine derxistin fersendên îtirazê yên hiqûqî tune ne û komîsyona ku bo vekolîna dosyeyên 100 hezar mexdûr hatîye çêkirin jî têrê nake.

Di raporê de hat nivîsîn ku komîsyon ne serbixwe ye û hîn dest bi karê xwe jî nekiriye. Amenesty da zanîn ku tenê 1300 kes bi şûnde jibo karên xwe hatine sitandin.

Piştî 15’ê Tîrmehê, bi deh hezaran kes bi tohmeta ku peywendîya wan bi Fetullah Gulen re heye hatibûn girtin û ji kar hatibûn derxistin.

XS
SM
MD
LG