Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rêvebirê Amnesty yê li Wî Welatî Desteser Dike


Reuters’ê ragihand ku rêvebirê Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) yê li Tirkîyê bi tohmeta peywendîyên bi Fetullah Gulen re îro Sêşêmê hat desteser kirin.

Serdozgerîya Komarî ya Îzmirê, bo Taner Kılıç û 22 parêzerên din biryara girtinê daye ku heta niha ji wan 18 kes hatine desteser kirin.

Tirkîye, Gulen wek berpirsê hewila darbeya Tîrmeha 2016’an dibîne û jiber peywendîyên bi bizava wî re heta niha 50,000 kes girtine û 150,000 kesên ku di nav wan de mamoste, polîs, leşker hene ji kar dûrxistine yan derxistine.

Sekreterê Giştî yê Amnesty Salil Shetty dîyar kir ku Kiliç li Tirkîyê dijî binpêkirinên azadîyan ‘’berxwedaneke bi rûmet û dirêj’’ kiriye ku ew dewleta bi desteserkirina wî careke din mafan binpê dike.

Karbidestên Tirk, hîn ser desteserkirina rêvebirê Amnesty ti daxuyanî nedane.

Amnesty da zanîn ku Kiliç serê sibê li mala xwe ya li Îzmirê hatîye desteser kirin, polîsan piştre ew birine ofîsa wî û li wir lêgerîn kirine.

Rêxistina mafên mirovan, dîyar kir ku hîn ne eşkere ye ku Kiliç jiber çi bi peywendîyên bi Gulen re tê sûcdar kirin.

XS
SM
MD
LG