Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Dijî Trump di Roja Duyê de Berdewam Dikin


Bi deh hezaran Amerîkî ji New York heta California herikîn kolanan ku di roja duyê de nerazîbûna xwe hember Donald Trump nîşan bidin ku wek serokê 45'an ya Amerîka hate hilbijartin.

Piranîya xwepêşanerên dijî Trump Amerîkîyên Afrîqî û Hîspanîk in. Yek ji xwenîşanderên li San Fransisco, bi kelgirî ji VOA re got ku gelek koçber ji dil tekoşîn didin ku serketî bin, loma jî daxuyanîyên tund yên kempeyna Trump ne rêwa ye.

Di navenda rexne û nerazîbûna xwepêşanderan de daxuyanîyên Trump yên derbarê koçberîya neqanûnî, nîjadperestî û dijmintîya bîyanîyan tên.

Trump di dema kempeynê de gotibû ku ewê dîwareke bilind li seranser tixubê Meksîka ava bike ku rê li ber koçberên qaçax bigire û bi mîlyonan kesên neqanûnû dersînor bike.

Trump Misilmanên Amerîkî ji xeyidandibûn jiber ku soz dabû ku ewê qedexeya kindemî deyne ku Misilman nikaribin serdana Amerîka bikin. Wî dîsa soz dabû ku dawî li anîna penabetên Sûrî bîne.

Girseyeke mezin ya xwepêşanderan li ber Trump Tower ya bajarê New York kom bûn, ku di nav wan de stranvana navdar Lady Gaga jî hebû ku hilkişî ser qamyonekê û slogan "Love Trumps Hate" anku “Hezkirin ji Kîndarî Xurtir e” qerîya.

Li bajarê San Francisco bi sedan xwendekar îro Pêncşemê ji hîngehên xwe derketin û ber bi taxa Fisherman's Wharf ya navdar meşîn.

Li Los Angeles jî, xwepêşanderan peykereke mezin ya kaxizîn ya Trump şewitandin û cadeyên bajêr ji trafîkê re girtin.

Hinekên din jî li bajarê Oakland ya nêzî San Francisco kokteylên Molotov û fîşekên agirîn avêtin polîsan û bi tûrikên zibilan otobanên bajêr girtin. Hate ragihandin ku herî kêm 30 xwepêşander ji alîyê polîsan ve hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG