Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Mûsilê Avahîyên Hîkûmetê Û Muze ji Dest DAIŞ'ê Derxistin


Leşkerên Artêşa Îraqê
Leşkerên Artêşa Îraqê

Reuters’ê îro Sêşemê ji zarê berdevkekî hêzên Îraqî ragihand ku wan li Mûsilê, avahîyên sereke yên hikûmetê ji dest DAIŞ’ê sitandine.

Berdevkê yekîneyên taybet yên Artêşa Îraqê, Abdel Amir El-Muhammedawî, da zanîn ku muzeya mezin ya Mûsilê ku hin beşên wê ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatibû hilweşandin jî hatîye sitandin.

El-Muhammedawî got ku operasyona sitandina avahîya hikûmetê bi şev li dar ketîye û bi qasî yek demjimêr dom kiriye. Wî bi berdewamî dîyar kir ku di operasyonê de 10 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Tevî ku avahîya hikûmetê ji alîyê DAIŞ’ê ve hatîye hilweşandin û nayê bi kar anîn jî jinûve sitandina wê wateyeke sembolîk çêdike ku di Mûsilê de desthilata hêzên Îraqî nîşan dide.

Hêzên taybet yên artêşê gehiştin alîyê kevn yê Mûsilê ku li wir bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê di nav sîvîlan de ne.

Di sala 2014’an de Ebubekir el-Bexdadî xîlafeta xwe ji Mizgefta el-Nûrî ragihandibû ku ew der jî di nav bajarê kevn de ye.

Artêşê, bi alîkarîya koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike, piştî operasyona ku 100 roj dom kiribû di Rêbendanê de rojhilata Mûsilê bi temamî ji dest DAIŞ'ê derxistibû.

XS
SM
MD
LG