Lînkên eksesibilîtî

Serhildayên Sûrî li Helebê Hêzêke Nû ya Leşkerî Ava Dikin


Çekdarên Cebha Şamîya

Çekdarên Cebha Şamîya

Li gor Reuters, serhildayên Sûrî îro Pêncşemê biryar dan ku bo parastina deverên bin kontrola wan, hevalbendîyeke nû ya leşkerî ava bikin û rê li ber pêşdeçûna hêzên hikûmetê bigirin.

Hikûmeta Sûrî bi piştgirîya hevalbendên xwe, di rojên dawî de karîbû ku serhildayan yek ji sê hemî deverên bin kontrola wan li rojhilata Helebê derxîne û giwaştinên li ser serhildayan zêde bike.

Pispor bal dikşînin ku neyartîya navbera grubên serhilda yek jî sedemên serekî ya serneketina hêzên dijî Esad e.

Du rêvebirên serhilda ji Tirîyê got ku navê hevabendîya nû wê ‘Artêşa Helebê’ be û ew ji alîyê fermandarê Cebha Şamîya ve were rêvebirin.

Rêvebirekî din yê serhilda piştrast kir ku qumandarê Cebha Şamîya Ebu Abdelrahman Nur wek rêberê wê hêza nû hatiye hilbijartin.

Cebha Şamîya ku li welatên Rojava bi navê Levant Front tê nasîn, piştgirî ji Tirkîyê û welatên din distîne ku Serokê Sûrî Beşar Esad ji desthilatê gêr bike.

XS
SM
MD
LG