Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pilana Tirkiyê li Bakurê Sûriyê


Edhem Başo û Azad Berazî
Edhem Başo û Azad Berazî

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim dibêje serhildêrên opozisyona Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê bi awakî berferh bajarê Babê kontrol kirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan doh duşemê got hêzên Tirkiyê dê piştî rizgakirina Babê berê xwe bidin bajrên Minbij û Reqqayê, eger koalisyona Navnetewî li gel wan kar bike.

Erdogan li Behrênê di axaftineke xwe de, ku li ser tilfizyona Tirkiyê hate belavkirin, got navçeya aram a pilankirî dê bi berferehiya 4000 ta 5000 km çargoşe be û dê pêwîstî bi esmanekî aram jî hebe.

Axaftinên Erdoxan tên di demekê de ku Hêzên Sûriya Demukrat di qonaxa sêyem a rizgarkirina Reqqa yê de ne û bajarê Minbijê jî berê rizgarkirî ye ji Daiş.

Çûyîna hêzên opozisyona bi piştgiriya Tirkiyê bo Minbij û Reqqayê dê rewşa tevlîhev çiqas tevlîhevtir bike?

Koalisyona navnetewî dê çawa vê rewşê birêve bibe û nehêle şer dinavbera Tirkiyê û Hêzên Kurdî de li wê herêmê bibe?

Nakokiyên hêzên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike û Hêzên Sûriya Demukrat ta kîjan astê dikarin sûdê bidin gurûpa Daiş?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Edhem Başo, endamê serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê li Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne û Azad Berazî, endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrat a Kurdî Sûrî ku li Sûriyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 02_14_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:13 0:00

XS
SM
MD
LG