Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girtina Gêncan Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve Li Kobaniyê


Stêrê Çello, Elî Îbrahîm û Xalid Berkel
Stêrê Çello, Elî Îbrahîm û Xalid Berkel

Di demekê de ku helmeta Hêzên Sûriya Demukrat birêve diçe li dijî çekdarên Daiş li parêzgehên Reqqa û Dêr el-Zorê, asayîşa rêveberiya xweser li herêmên kurdî bi giştî û bi awakî taybet li bajarê Kobaniyê, berî çend rojan dest bi girtina bi sedan gêncên bajêr kir ji bo tevlêbûna xolên rahênanên leşkerî.

Berpirsên Kantona Kobaniyê dibêjin ew pareke ji erka xweparastinê ku divê hemî ciwanên herêmê tevlê bin.

Şêweyê girtina ji naşkave û li nav cade û firoşgehên bajêr, bû cihê nerazîbûna rûniştvanan û her wiha ji aliyê hin çalakvanên xwecihî û medya civakî ve hate şermezarkirin.

Çalakvan dibêjin ev helmet rewşa bajêr a berê xerab xerabtir dike û dibe egera ku gêncên mayî jî hewil bidin ji herêmêm Kurdî birevin.

Ev girtin ta kîjan radeyê rastî razûbûn û ne razîbûna xelkê Kobaniyê tên?

Bandora kiryarên wiha li civakê bi giştî çawa ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mîvavanan ronî dide ser vê babetê:

Xalid Berkel, cîgirê serokê Kantona Kobaniyê; Elî Îbrahîm, Endamê komîta navendî ya Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne; û rojnamevan Stêrê Çello ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 02_28_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:01 0:00

XS
SM
MD
LG