Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hebûna Leşkerî ya Rûsya li Bakurê Sûriyê


Ebdella Îmam, Ebdulrehman Apo û Xebat Şakir
Ebdella Îmam, Ebdulrehman Apo û Xebat Şakir

Wezareta Berevaniya Rûsya doh duşemê got wan çi pilan nîninj ku bingehên esmanî li bakurê Sûriyê avakin û wan tenê navendeka lihevhatinê heye li wir ji bo çavdêriya agirbestan di navbera aliyên dijber de.

Ev redkirin hat piştî axaftinên berpirsên YPG li dor avakirina bingeheke esmanî ya Rûsî li Efrînê di çarçoweya rêkeftinekê di navbera wan de.

Cîgirê serokwezîrêTirkiyê Numan Kurtulmus got Tirkiyê wê qet nepejirîne ku “herêmeke terorê” li bakurê Sûriyê bê damezrandin.

Ev pêşketin tên di demekê de ku hewildanên rijdî dibin ji bo têkbirina Daiş li herêmê.

Gelo çi pilanên ne ragihandî di paş perdeyan de hene di navbera Rûsya û Tirkiyê de û kîjan hêz dikare bêhtir terazûya hêzê li ser erdê biguhêre, Tirkiyê an hêzên Kurdî?

Hebûna leşkerî ya Rûsya li bakurê Sûriyê ta kîjan astê dikare alîkar be bo dîtineka çareseriyeke siyasî li Sûşriyê?

Hevalbendiya navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka ta çi radeyê hevrêziyê li gel Rûşsya dike li wir?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din di vê derbarê de şîrove dike bi beşdarbûna sê mîvanan:

Xebat Şakir, berpirsê Partiya Yekîtiya Demukrat PYD li Almanya; Ebdulrehman Apo, endamê komîta navendî ya Partiya Demukrata Kurdistan a Sûriyê ku li Efrîn dimîne; û parêzer Ebdella Îmam ku li Almanya dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 03_21_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:11 0:00

XS
SM
MD
LG