Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Reqayê Piştî Rizgarkirina Wê ji DAIŞê


Newaf Xelîl û Zara Salih
Newaf Xelîl û Zara Salih

Bajarê Reqqa yê di bin destê Daiş de, pêşbîne tevlî sîstema Fedralî ya Demukrat a bakurê Sûriyê be, li gor hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Mislim ku doh ji Ajansa Reuters re got dê xelkê Reqqayê bi xwe desthilatdariya bajêr bikin.

Wî got:

“Em pêşbîniya vê yekê dikin ji ber ku pirojeya me ji bo Sûriyê bi tevahî ye û Reqqa jî dikare bibe parek ji wê.”

Mislim demekê berê jî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka gotibû Hêzên Kurdî piştî rizgarkirinê li Reqqa namînin.

Axaftinên wî tên di demekê de ku Hêzên Sûriya Demukrat pêşketinan qezenc dikin di operasyona Reqqayê de.

Gelo rûniştvanên Reqqayê dikarin karûbarên bajêr birêve bibin eger em bidin derçavan ku renge di operasyona rizgarkirinê de hemî ji bajêr birevin?

Ta kîjan astê pirojeya Fedralîzme tê pejirandin ji aliyê xelkê herêmê ve? bi taybetî eger Kurd hêzeke sereke bin di nav de.

Rêjîma Sûriyê ta çi radeyê ji vê pirojeyê razî ye û eger na gelo piştî rizgarkirian van herêman, ew dê rastî êrîşên rêjîmê bin an na?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din di vê derbarê de şîrove dike bi beşdarbûna du mîvanan:

Newaf Xelîl, rêvebirê navenda lêkolînên Kurdî ku li Almanya dimîne û Zara Salih, Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê ku li Birêtanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 03_28_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:41 0:00

XS
SM
MD
LG