Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Êrîşên Esmanî û Ziyanên Mirovî li Rojhilata Sûriyê


Ridwan Badînî û Gêlo Îsa
Ridwan Badînî û Gêlo Îsa

Êrîşeke esmanî ye ku diyare ji aliyê Koalisyona navnetewî ve hatiye pêkanîn li bajarê Bokemalê li rojhilata Sûriyê şeva borî bi kêmanî 10 kes kuştin û bi dehan jî birîndar kirin.

Çalakvan dibêjin ev êrîş ew wek yên berî çend hefteyan bû ku di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin.

Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de îro sêşemê got diyare hêzên Amerîka têkçûn di avêtina gavên pêwîst de ji bo nehêştina ziyanên mirovî di dema êrîşan de.

Ev êrîş tê di demekê de ku hêzên rêjîma Sûriyê jî êrîşên esmanî li wan navçeyan pêktînin.

Li rex van êrîşan, Hêzên Sûriya Demukrat HSD li ser erdê operasyonekê birêve dibin ji bo rizgarkirina herêmê ji çekdarên Daiş.

Gelo çi hevrêzî di navbera van aliyan de heye li dijî Daiş?

Amerîka, ku behsa bikaranîna êrîşan dijî rêjîma Beşar Esed dike, ta kîjan astê dikare di van êrîşên dijî Daiş de hêzên Sûrî wek dost bipejirîne.

HSD li ser erdê pêwendiyan bi kîjan alî re dike, Amerîka an Rûsya û rejîma Esed?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Dr. Ridwan Badînî, mamosteyê zanîngehê ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Gêlo Îsa endamê komîta navendî ya Partiya demukrata Kurdî Sûrî ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke.

Hest û Helwest 04_18_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:57 0:00

XS
SM
MD
LG