Tevî şerê berdewam û hebûna abluqaya ji alîyê komên tundrê ve, Peymangeha Arya ya Muzîk û Çanda Kurdî xebatên hêja dike û şagirtên nû perwerde dike.
Peymangeha Arya hewil dide ku zarokên Efrînê bi awayekî akademîk fêrî muzîk û stranên folklorî bike.
Jiber rewşa şer û derfetên kêm, piranîya şagirt û mamosteyan koçber bûne, lê tevî wê xwendingeh bi awayekî serkeftî şagirtên xwe perwerde dike.
Di vê raporta taybet de Azad Reşo, rêvebirê paymengehê, Mihemed Ebdilrehman, mamostê muzîkê û Canyar Îbiş û Leme Bereket, şagirtên peymangehê hêst û nêrînên xwe ligel Dengê Amerîka parve dikin.
***
Kerem kin vê raporta hêja temaşe bikin: