Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Helwesta Rûsya Derbarê Asad Neguherîye


Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Çarşemê ragihand ku, derbarê êrîşa çekên Kîmyayî ya li Sûriyê pêkhatî, helwesta Rûsya li hemebr serokê Sûriyê Beşar Asad nehatiye guhertin.

Berî niha Rûsya dabû zanîn ku êrîşa bi gazên Kîmayî ji aliyê artêşa Sûrî ve nehatiye encamdan û red kir ku, Sûriyê ew êrîş pêkanî be.

Li aliyekê din, reaksyonên navnetewî yên derbarê bûyera êrîşên bi gazên Kîmyayî li Sûriyê tên berdewam kirin, îro li Bruksel wezîrên derve yên Brîtaniya û Fransa daxwazkirin ku, serokê Sûriyê Beşar Asad liser desthilatê nemîne.

Wezîrê derve yê Brîtaniya Boris Johnson û hevpîşeyê wî yê Fransî Jean Marc di prês Konferansekê de li bajarê Bruksel ku niha yekêtiya Ewropa kongireke navnetewî jibo piştevaniya danûstendinên aştiya li Sûriyê encam dide axiftin kirin û daxwaz kirin ku Asad liser kursiyê nemîne.

XS
SM
MD
LG