Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ash Carter: Şerê Rizgarkirina Musil Dê Şerekî Giran Û Yekalîker Be


Ash Carter wezîrê berevaniya Amerîka
Ash Carter wezîrê berevaniya Amerîka

Wezîrê berevaniya Amerîka ser destpêkirina Şerê rizgarkirina Musil daxuyaniyek kurt weşand û got"Îşev serok wezîrê Îraqê Haider al-Abadî ragihand ku, operasiyona Îraqê ya rizxgarkirina Musil ji DAIŞê destpêkir, ev bîstikên yekalîkerin jibo nehiştin û jinavbirina DAIŞê bi yekcarî.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka û hevpeymanên din yên navnetewî di amadekariyan de ye piştevaniya hêzên ewlekariya Îraqê û şervanên Pêşmerge bikin, şerekî giran û yekalîker li pêşiya gelê Îraqê ye.

Me bawerî bi hêzbûna hevpeymanên xwe yên Îraqî heye ku ewê dojminê me yê hevpar jinav bibin û ewê Musil û hemî Îraqê ji wehşiyet û neviyanê paqij bikin".

XS
SM
MD
LG