Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kazaxistan: Gotûbêjên Aştiya li Sûriyê dê Meha Gulanê di Gerek Nû de Bihên Berdewam Kirin


Kazakhstan Weather
Kazakhstan Weather

Ajansa Reuters ji Astana radigihîne ku, di rojên 3-4î Gulanê de, gotûbêjên derbarê rewşa Sûriyê, li Kazaxistanê di gerek nû de dê bihên destpêkirrin.

Aqeel Baig cîgirê wezxîrê derve yê Kazaxistanê roja Çarşemê gotiye, nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê di daxûyaniyekê de, dane eşkerekirin ku, ewê diyaloga di anvbera aliyên Sûriyê de li meha Gulanê car din destpê bikin.

Li aliyekî din Interfax dide zanîn ku 5 endamên leşkerê Azad yê Sûriyê gihane Astana û civîn encam dane.

Navgînê Rûs Alexander Lavrentiev gotiye nûnerên Rûs, Tirkiye û Îranê dê li Astana bimînin da ku civîna li gel şanda Sûrî encam bidin.

Beşar Jaaferî kesê berpirs yê hikûmeta Sûriyê di danûstendinên bi opozisyonê re dibêje, di civîna Îro de li gel şanda Rûsî, qet behsa darêtina desturek nû jibo Sûriyê nehatiye kirin, tiştê ku hatî behis kirin, bi tenê belganemaya derbarê hilandina Mînan de ji cihên Kulturî hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG