Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Astana Dawî Bû, Wê Rûsya, Tirkîye û Îran Agirbesta li Sûrîyê Bişopînin


Di roja duyê ya civîna Astana de Rûsya, Tirkîyê û Îran daxuyanîyek hevbeş weşand ku ewê mekanîzmeyeke sêqolî biafrînin ku agirbesta heyî li Sûrîyê bişopînin.

Her sê dewlet dîyar kir ku ewê bandorên xwe li ser alîyên şerker bixebîtinin ku agirbestê berdewam bikin û bi mekanîzmaya avakirî cîhanîn û binpêkirinên rêkeftinê bişopînin.

Li gor daxuyanîyê, hemî alî xebatê bikin ku tundî û tûjîya berdewam bikşînin asta herî nizim ya pekane û rê li ber gîhandina alîkarîya mirovahî vekin.

Piştî danûstandinên du rojan li Astana, Wezîrê Derve yê Qazaqistanê Kairat Abdrakhmanov ragihand ku her sê alîyên mêvandar hevbîr bûn ku cîhanîna agirbestê bişopînin û pêşî li provokasyonan bigirin.

Rûsya, Tirkîyê û Îran da zanîn ku ewê bi pêgirî dijî DAIŞê û el Qaydê şer bikin û divê komên din yên çekdar ji wan her du bêne cihê kirin.

Danûstanderê serekî yê rejîma Sûrî Beşar Caferî pêşwazî li teksta rêkeftinê kir, lê da zanîn ku operasyonên wan yên hember serhildayan li rojhilata Şamê wê bidomin.

Danûstanderê opozîsyonê Mihemed Aloush jî nerazîbûna xwe li ser nivîsa rêkeftinê bilind kir, bi sedema ku xunrijandina Îranê li Sûrîyê rêwa dike û qala mîlîşayên ku dijî serhildayan şer dikin nekiriye.

XS
SM
MD
LG