Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Astana ya 12-13'ê Hezîranê Hat Taloq Kirin


Reuters’ê ragihand ku Civîna Astana ya ku li ber bû ku di 12 û 13’ê Hezîranê de li dar keta hatîye taloq kirin.

Civînên ku li Qazaqistanê ji alîyê Rûsya, Tirkîye û Îranê ve ser çareserîya kêşeya Sûrîyê têne birêve birin, dê îcar ji alîyê Moskowê ve bihata li dar xistin.

Berdevka Wezareta Karên Derve yên Qazaqistanê got ku ne dîyar e ku ewê gera nû yê Civîna Astana kengî pêk were ku hikûmeta Sûrîyê û hin komên serhilda jî beşdarî wan dibin.

Ji alîyê din ve, Reutersê ji zarê medya dewletê ya Sûrîyê da zanîn ku firokên hikûmetê îro Pêncşemê êrîşên esmanî dibin ser rojavayê Reqa.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) pêr Sêşemê ragihandibû ku bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dest bi operasyona rizgarkirina Reqa kiriye.

XS
SM
MD
LG