Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Esad bi Hewildana Perçekirina Sûrîyê Tawanbar Dike


Jean-Marc Ayrault
Jean-Marc Ayrault

Di vê demê de ku hêzên Sûrî bi piştgirîya Rûsan amadekarîya êrîşeke berfireh li ser deverên Helebê yên bin kontrola serhildayan bikin, Fransa îro Înê rexne li serokê Sûrîyê Beşar Esad û hevalbendên wî dike ku hewil didin Sûrîyê perçe bikin.

Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Marc Ayrault li Neteweyên Yekbûyî got ku rejîma Sûrî hewil dide ku Heleb, Şam û beravên Derya Sipî jî nav de, bi tena xwe kontrola hemî rojavayê welêt bike.

"Bi bombekirina Helebê, rejîm karta perçekirina Sûrîyê bi kar tîne û hevalbendên Esad jî rê didin vê yekê,”Ayrault got.

Ayrault rexne li Washigtonê jî kir ku di bizavên dîplomatîk yên çareserkirina pirsa Sûrî de hevalbendên xwe li derve dihêle.

XS
SM
MD
LG