Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Operasyonên Xwe yên li Sûrîyê Radiwestîne


Australya, ku yek ji endamên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya li dijî DAIŞ’ê ye, ragihand ku operasyonên xwe yên li Sûrîyê rawestandine.

Berdevkê Artêşa Australya dîyar kir ku hêzên wan, bo tedbîrê bi awayekî demkî operasyonên xwe yên li Sûrîyê rawestandine. Berdevkê artêşê da zanîn ku ewê wek endamê koalîsyonê, xebatên xwe yên li Îraqê bidomînin.

Artêşê Australya ser sedema rawestindana operasyonên li Sûrîyê ti agahî neda.

Australya, ku di serî de li Îraqê hevkarîya êrîşên esmanî yên li dijî DAIŞ’ê dikir, di sala 2015’an de li Sûrîyê jî dest bi operasyonan kiribû.

780 leşkerên Australya li Rojhilata Navîn hene.

Wezareta Berevanîya Rûsya, do Duşemê ragihandibû ku ewê êdî li herêmên Sûrîyê yên ku hêzên wan ên lê esmanî difirin, êrîşî hemî drone û firokên din bikin.

Wezaretê dîyar kiribû ku ewê hêzên Rûsî, drone û firokên koalîsyonê yên ku derbazî rojavayê Çemê Ferat dibin bişopînin.

Amerîka roja Yekşemê li nêzî gundê Cedîn ya Reqa firokeke hikûmeta Sûrîyê xistibû xwarê. Karbidestên Amerîkî dîyar kiribûn ku wê firokê êrîş birîye ser şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hin ji wan birîndar kirine.

Rêvebirîya hikûmeta Sûrîyê jî îdia kiribû ku wan bi wê firokê êrîş birîye ser enîyên DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG