Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aynur Dogan li Bostonê Xelata Hostaya Muzikê Wergirt


Hunermenda Kurd ya navdar Aynur Dogan, do Pêncşemê li bajarê Boston ya Amerîka bi merasîmekê xelata Hosteya Muzikê ya Derya Sipî wergirt.

Xelat ji alîyê Xwendingeha Muzikê ya Berklee hat dayîn ku di warê muzikê de yek ji girîngtirîn navendên muzikê yên cîhanê ye.

Aynurê di merasîmê de dîyar kir ku ew di salvegera Komkujiya Helebcê de xelatê distîne û ew xelata îşev ji jinên Kurd re ku serî li zordarî netewandine, dike dîyarî.

‘’Ez bi dengê jinên ku nikaribûn zarokên xwe mezin bikirana û bi ser wan de, dilorandin mezin bûm. Roj bi roj lorika dayikan mezin bûn, lê zarok mezin nebûn. Îro, ji wan rojan rojek e ku salvegera Komkujîya Helebcê ye. Ez vê xelatê dîyarîya jinên me yên tevî hemî zext û zordarîyan serî netewandine, dikim.’’

Aynur Dogan piştre dest bi konsertekê kir ku Kurdên ji eyaletên derdorê jî di nav de bi qasî 1000 kes jibo şopandina merasîmê hatibûn. Hunermanda Kurd, bi xwendekarên Xwendingeha Muzikê ya Berklee, ji muzîka Kurdî mînakên bedew pêşkeş kirin. Jiber eleqaya zêde Aynur du caran derket ser dikê û bername ji ya hatibû plankirin, dirêjtir dom kir.

Aynurê ji Dengê Amerîka re da zanîn ku ew kêfxweş e ku muzîka Kurdî digehîjîne qada navneteweyî.

‘’Ev xelat jibo jinên Kurdan e. Wek jineke Kurd ez dixwazim çanda me li her derê temsîl bikim û bi taybetî bigêhînim asta navneteweyî. Divê gelên din jî muzîka Kurdî nas bikin,’’ Aynur Dogan got.

Hêjayî bîrxistinê ye, Xwendingeha Muzikê ya Berklee ji 2014’an vir ve Xelata Hosteya Muzikê ya Derya Sipî dide. Berî Aynur Doganê, José Mercé, Antonio Serrano û Pepé de Lucia ev xelat wergirtibûn.

XS
SM
MD
LG