Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Dibêjin Wan Bajarê Bab Rizgar Kiriye


Serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê îro Pêncşemê radiginîhin wan bajarê Babê bi tevahî ji DAIŞ'ê rizgar kiriye.

Enqerê ragihand ku grubên ku ew piştgirî dide, Bab hema bi tevahî xistiye bin kontrola xwe, di vê rojê de ku danûstandinên Cenevrê jî destpê bûn.

Bajarê Bab 25 kîlometre li başûrê sînorê Tirkîyê ye û li Halabê navenda herî dawî ya bin kontrola DAIŞ'ê de bû.

Qumandarê serhildayan Ahmed Osman ji AFP re got ku Bab bi giştî rizgar bûye û ew vê gavê mayinan ji deverên rûniştinê paqij dikin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Fîkrî Işik jî ragihand ku serhilda hema bajêr bi giştî xistiye bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG