Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên HSDê Operasyona Reqqa Didomînin, Koalîsyon jî bi Êrîşên Esmanê Piştgirî Dide


SDF Forces
SDF Forces

Ajansa AFP ragihand ku firokên koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞê, boi armanca piştgirîya operasyona mezin ya Reqqa, herî kêm 150 êrîşên esmanî li Sûrîyê pêk anîn.

Operasyona Reqqa ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) vê tê meşandin ku ji Kurd, Ereb, Mesîhî û Tirkmenan pêk tê.

Bi dehan hêzên taybet yên Amerîkî jî di operasyonê de cêh digirin û firokên koalîsyonê ji bi êrîşên esmanî destek didin hêzên bejeyî.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ji AFP re ragihand ku firokên koalîsyonê, ji roja Sêşemê, ji destpêbûna operasyonê vir ve, bi kêmî ve 150 caran êrîş birin ser armancên DAIŞê.

Dîrektorê SOHRê Rami Abdel Rahman da zanîn ku piştî operasyonê, êrîşên esmanî yên koalîsyonê, bi awayekî berbiçav pirtir bûne.

Nûçegîhanê me Mahmud Balî serdana enîya şer kir û ew dîmenên balkêş ji we re amade kirin:

Dîmenên Nû ji Operasyona HSD ya Bakurê Reqqa
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:32 0:00

***

Şervanên YPGê di Operasyona HSDê ya Bakurê Reqqa de
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:43 0:00

XS
SM
MD
LG