Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî bo Reqa Banga Alîkarîyê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) bo 500 hezar kesên li Reqa banga alîkarîyê kir.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi hevkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li Reqa pêşde diçe. Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku DAIŞ’ê dest bi bersîvdana êrîşan kiriye. HSD dide zanîn ku heta niha çar tax ji destê DAIŞ’ê sitandine û alîkarîya sîvîlên wê herême dike.

Derketinên ji Reqa bi mehan e didome. Li gor daneyên NY, di meha Gulanê de 100 hezar Sûrî bêwar man.

Berdevkê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Andrej Mahecic dîyar kir ku ew nikarin li herêmê bi awayekî serbest tevbigerin, ew jî dike ku operasyonên alîkarîyê zor û buha bin. Hemî rêkên diçin herêmê ji alîyê komên ku li dijî Amerîka ne hatine girtin. Jibo alîkarîya ji esmên jî pirtir mesref pêwîst e.

NY radigihîne ku bo alîkarîya Reqa 153 mîlyon dolar hewce ye lê heta niha tenê 29 mîlyon dolar top kiriye.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku pêdivîyên xwarin-vexwarinê pir hindik mane û dikan jî girtî ne.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) da zanîn ku di operasyonên li hember DAIŞ’ê de hin zêdegavîyên li dijî mafên mirovan pêk tên û ji koalîsyona bi pêşengîya Amerîka xwest ku bala xwe bidin ser parastina sîvîlan.

XS
SM
MD
LG