Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Halkbanka Tirkîyê li New Yorkê Hat Girtin


Mehmet Hakan Atilla
Mehmet Hakan Atilla

Reuters’ê do Sêşemê ragihand ku Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla ku di 23’ê Adarê de li Firîngeha JFK ya New York’ê hatibû desteser kirin, hat girtin.

Atilla, piştî vekolîna Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI), birin Metropolitian Correctional Center New York ku Riza Sarraf nêzî salekê ye li wir li girtîgehê ye.

Îdianameya derbarê Atilla 40 rûpel e û li ser îmzaya Serdozgerê Başûrê New Yorkê Preet Bharara heye ku Serokê Amerîka Donald Trump ew çend roj berê ji karê wî dûr xistibû.

Li ber e ku Atilla îro derkeve pêşberî Dadgeha Federal ya New Yorkê.

Biryara nepenîbûnê ya ser îdianameya Atilla hat rakirin. Atilla jiber ku li ambargoya ser Îranê nehatîye hatiye girtin. Atilla û Sarraf dê tev werin darizandin.

Cîgirê Serdozgerê Başûrê New Yorkê Joon H. Kim dîyar kir ku Atilla, alîkarîya bazirganê zêran Riza Sarraf kiriye û di ser sazîyên aborî yên Amerîkî re qanûnên toleyan binpê kirine.

‘’Atilla wek ku tê îdia kirin alîkarî kir ku bi awayekî neqanûnî bi mîlyonan dolar biçin Îran’ê. Atilla bi Sarraf re xebitî û zerar da sazîyên aborî yên Amerîkî’’ Kim got.

Di îdianameya Sarraf ya ku serdozgerê kevn yê Başûrê New Yorkê Preet Bahara amade kiribû de navê Halkbank’ê jî derbas dibû.

XS
SM
MD
LG