Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP’ê Başaran Danûstandinên Guhertina Dinirxîne


Dengdana beşa yekê ya guhertina hin xalên destûra bingehîn roja Yekşemê bi dawî hat. 18 xal bi piranîya dengan hatin erê kirin. Jibo di destûrê de cî bigirin, Çarşemê beşa duyê ya dengdanê dê destpê bike. Piştî erêkirina duyê ya 18 xalan, çaverê ye ku di Nisanê de jibo erêkirina gel, referandum were darxistin.

Parlamentera HDP’ê ya Batmanê, Ayşe Acar Başaran ji Dengê Amerîka re behsa rûniştinan kir û anî ziman ku HDP çima li dijî guhertina destûrê ye.

Xanim Başaran bibîr xist ku tevî hevserokê partîya wan, 11 parlamenterê wan girtî ne, ew hê jî parlamenter in û rûniştin û guhertina destûrê bê denge wan ne meşru ye.

“Ev paket 330 dengan jî derbas bike ne meşrû ye. Tê xwestin şeş mîlyon dengen HDP’ê li derveyê destûrê bihêlin. Ne tene bi tank û top e, qutkirina denge opozisyonê jî derbeyek e," Parlamentera Kurd got.

Başaran bal kişand ku jiber rewşa awarte, kes nikare daxuyanîyek jî bide, dê çawa îrada gel derkeve ortê.

“Ev destûr ne meşrû ye. Sîstema ku AKP dixwaze divê serokek be, Tirk be û mêr be, Sunnî be, ev jî dîktatorî ye. “

KHF_1_16_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:15 0:00

XS
SM
MD
LG