Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînek li Bavariya Alminya Pêkhat Û Polîs li Wê Hermê Belav Dibe


Roja çarşemê ji Berlin hat ragihandin ku peqînek li hember dayireya penaberan pêkhatiye, heta niha ziyanên peqînê nehatine zanîn, ev yek ji aliyê weşana Radioya Bavariya(BR) de, hatiye piştraskirin.

Weke radioya Bavariya dide zanîn ku peqîn li bajarokê Zirndorf li nêzîk bajarê Nuremberg hatiye encamdan, çanteke ku, metriyalên teqînê têde bûn, li hember ofisa daxwazkarên penbariyê û dayireya koçberên biyanî de pêkahtîye.

Polîsan jibo ajansa Nûçeyên Almanî (DPA) daye zanîn ku, ew nikarin qewimîn yan ne qewimîna peqînê erê bikin.

Wek tê zanîn di maweyê 10 rojên borî de du peqîn li bakûrê herêma eyalete Bavariya ya li başûrê Almaniya pêkhatine û Dewleta Îslamê (DAIŞ) herdû peqîn rakirine ser xwe.

XS
SM
MD
LG