Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xeleka Taybet ya Deng û Reng Ser Huneremend Bavê Selah


Hunermend û dengbêjê navdar Bavê Selah ( Ebdulrhman Omer) koça xwe ya dawî kir di temnê 64 salî de, ku bi mirna wî mîratekî mezin ji folklorê kurdî li paş xwe hişt.

Bavê Selah di sala 1952an de li gundê Kurda li Efrînê ji dayik bû.

Li ber destê diya xwe (keça Îbramê Tirko) fêrî dastanên kurdî bû û şêweya stranbêjiyê, ku bi taybetmendiya xwe dengegî mezin bi xwe xist.

Derwêşê Evdê, Siyamend û Xecê, Memê Alan û Şêx Seîd û bi dehan stran û dastanên kurdî yên resen, li ser zimanê Bavê Selah hatin gotin û strandin ku bandor li seranserî kurdistanê kir.

Kurê wê yê mezin hunermend Selah Omer( Şêrzad Efrînî) di derbarî wî de got: Bavê Selah mirovekî pirr aram û dilfireh bû, ji malbata xwe re heval bû. Ew gelekî taybet bû ji jiyanê hezdikir.

Hevalê wî di koma Armanc de hunermend Rêber Armanc wiha wî bi bîr anî: Bavê Selah hunermendekî mezin bû, wê şûna wî vala bimîne.

Aslan Maamo hunermendê şêwekar ku wêneyek ji Bavê Selah re nîgar kiribû got: Bandora Bavê Selah li hemû beşê jiyana me bû, Derwêşê Evdê derbasî her malekê kir.

Mûzîkjen Selah Bayram ku hin stranên Bavê Selah bi şêweyê xwe anîbû ziman li ser wî dibêje: Dengê Bavê Selah, dengekî bilind û qerar e, lê ew dikare astên bilind jî bistirê. Ew dengekî zana û mamoste bû ji folklorê Kurdî re.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:17 0:00

XS
SM
MD
LG