Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr Hate Binçav Kirin


Parlementera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Danış Beştaş ragihand ku berdevkê wê partîyê Osman Baydemîr hatîye desteser kirin.

Beştaş li ser Twitterê got ku Baydemîr piştî serdana Baroya Amedê, hatîye desteser kirin.

Dadgeha Tirk, bo Baydemîr jiber doza ‘’heqareta li dijî karmendên dewletê’’ biryara girtinê dabû.

Baydemîr di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ‘’jibo biryara girtinê hebe divê yekî ku direve jî hebe’’

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlementerên HDP’ê girtî ne.

XS
SM
MD
LG