Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarî li Amerîka Kêmtir Bû, 178 Hezar Karên Nû Hatine Afirandin


Wezareta Kar ya Amerîkî îro Înê radigihîne ku di meha Mijdarê de 178,000 karên net li bazar Amerîkî zêde bûne.

Wezaret dide zanîn ku rêjeya bêkarî jî ji 4.9 ketiye 4.6 ji sedê ku ew jî asta herî nizim ya ji Tebaxa 2007’an vir ve ye.

Raporta wezaretê dîyar dike ku 387,000 kes ji hejmara giştî ya Amerîkîyên bêkar kêmtir bûye û hejmara niha 7.4 mîlyon e.

Li gor sîstema Amerîkî, kesek bi fermî bêkar tê hesibandin, dema ew amade be bixebite û herî kêm çar hefte li kar gerîyabe.

Aborîzan dibêjin, bazereke xurt ya kar mirovan heweskar dike ku derkevin û li kar bigerin û ew jî dikare rêjeya bêkarê bilindtir bike.

XS
SM
MD
LG