Lînkên eksesibilîtî

Li Belçîka Bergumanekî ku Wesayît Ajot Ser Mirovan Hat Desteser Kirin


Li Antwerp ya Belçîka, bergumanê ku wesayîta xwe di kolaneke qelebalix de ajot ser însanan hat desteser kirin.

Serdozgerîyê da zanîn ku navê berguman Mihemed R. ye, bi eslê xwe ji Afrîqa Bakur e û hemwelatîyê Fransa ye.

Karbidestan dîyar kirin ku di wesayîta Mihemed R. de kêr, tifinga nêçîrê û bîdoneke gazê hebûye lê negotin ku ti kes hatiye kuştin yan birîndar bûye.

Par li Berlîn ya Almanya û Nice ya Fransa, û do Çarşemê jî li London ya Brîtanya bi wesayîtan êrîş hatin li dar xistin.

Berpirsîya êrîşa li London’ê DAIŞ’ê girt ser xwe.

Pisporên ewlekarîyê dibêjin ku li welatên Ewrupî, jiber zorbûna peydakirina bombe û çekan, dibe ku rêxistinên tundrê êdî êrîşên bi kêr û wesayîtan li dar xînin.

XS
SM
MD
LG