Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gava Endazyar Ser Bendava Tabqa Bûn Dengê Çekan Hat Birîn


Bendava Tabqa
Bendava Tabqa

Reuters’ê ragihand ku do Sêşemê, dema operasyonên hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike rawestîyabûn, endazyarên Sûrî derîyên bendevake mezin ya li hember Çemê Feratê vekirin û tazyîk dane ava wê.

Bendava Tabqa jibo sitandina Reqa, ku DAIŞ wek paytaxta xwe dibîne, û qutkirina peywendîyên çekdarên rêxistina tundrê bi derve re li cîyekî stratejîk e.

Muhendîs di bakurê bendavê re ketin wir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hefteya borî ew der sitandibû. Başûrê bendavê hîn di dest DAIŞ’ê de ye.

Dema şervanên HSD’ê li enîyên li ser bendavê bi cî dibûn dengê firokên koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike jî dihat bihîstin. Hin wesayîtên zirxî yên koalîsyonê jî li dor bendavê hatin dîtin.

Tamîrata ser bendavê, piştî ku roja Yekşemê hikûmeta Sûrîyê ragihand ku bendav bi êrîşa esmanî ya Amerîka zerar dîtiye pêk hat. Hikûmetê dabû zanîn ku rîska hilweşîna bendavê heye ku ewê lehîyên mezin çêbin.

DAIŞ’ê jî dîyar kiribû ku bendav bi rêk û pêk naxebite û nêzî hilweşînê ye. Koalîsyonê da zanîn ku xencî peqandina DAIŞ’ê ti metirsîyeke mezin ser bendavê tine.

Wênekarê Reuters’ê ku bi qasî 90 deqîqe li bendavê maye dîyar kir ku ti pevçûn li wê herêmê neqewimîye.

DAIŞ’ê do Sêşemê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku xebatkarên bendavê pêr Duşemê di êrîşeke esmanî ya koalîsyonê de hatine kuştin.

Reuters’ê da zanîn ku karbidestên koalîsyonê ser daxuyanîyê ti şirove nekirine. Santralên bendavê tevî teknîkerên wan li başûrê bendavê ne ku ew hêla di dest DAIŞ’ê de ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) bi jêderên ewle piştrast kir ku teknîker û rêvebirê bendavê hatine kuştin, lê bi hûrgilî negot ku çawa.

SOHR herwiha da zanîn ku DAIŞ’ê ji Reqqa jibo li dijî HSD’ê şer bikin 900 çekdar şandine enîyan, lê dîyar nekir ku ew çûne kû.

Fermandarekî payabilind yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) eşkere kiribû ku operasyona Reqa di serê Nîsanê de destpê dike.

XS
SM
MD
LG