Lînkên eksesibilîtî

Şerên li Sûriye Rûndik û Ken Tîne 67’mîn Festîvala Berlin yan Filiman


Di Festîvala Berlinê yan "Hirçê Zêrîn" de ku di 9’ê meha Şubatê de destpêkir û ta 18’ê mehê wê berdewam bike, 400 filimên navnetewî têde beşdar dibin.

Vê carê du filimên li ser qeyrana Sûriye têde beşdar dibin, yek bi navê “Insyriated “ û yê din “The Other Side of Hope”, aliyê din yê Hêviyan e.

Herdû filim bi awyekî hestiyar û balkêş hatine kişandin, ku roniyê didin ser rewşa şer li Sûriye û bandora wê li ser mirovatiyê.

Li kêleka filimên cîhanî û derhêner, listikvanên wan yên navdar, herdû filiman temaşevan dan ber pirsên mezin li ser qeyrana Sûriyê û karesat û malwêraniyên mirovayetî li wir rast hatî.

Festîvala Berlinê yek ji festîvalên girînginin di cîhana sînemayê de, ku roleke erênî dilîze bi pênasîn û nêzîkbûna çandên ji hev cuda di riya kamêra derhîner û hestên lîstikvan de li ser perda sipî.

Mediya Almanê dibêje sibê roja Pêncşemê dê Filmên festîvala "Berlinale" li gelek holên sînemayê hêne nîşandan, hezkiriyên sînemayê û filiman her ji niha li hember standên firotina bilêtan ketinê di rêzê de.

XS
SM
MD
LG