Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresê Bernivîsa bo Şermezarkirina Parêzkarên Erdogan Pejirand


Komîsyona Karên Derve ya Civata Nûnerên Amerîka, bernivîsa ku êrîşa parêzvanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya li pêş balyozxaneya Tirk ya li Washingotonê şermezar dike pejirand.

Di rûniştîna sibê ya komîsyonê de 5 bernivîs hatin nîqaş kirin ku di nav van de yek li ser Tirkîyê bû. Piştî axaftinên endamê kongresê, jibo hemî bernivîsan ‘’dengên bideng’’ hatin bi kar anîn û giş hatin pejirandin.

Endamên kongresê, di rûniştinê de ser Erdogan û zêrevanên wî rexneyên giran kirin û dîyar kirin ku divê ji hikûmeta Tirk hesab were pirsîn.

Serokê komîsyonê, Er Royce yê Komarî da zanîn ku parêzvanên Erdogan ew cara sêyan e ku li Amerîka dikevin nav bûyerên wisa.

Royce dîyar kir ku parêzvanan, jibo azadîya beyanê ya hemwelatîyên Amerîkî binpê bikin, tevî ku ti provokasyon tune bûye jî bi awayekî ‘’hovane’’ êrîşî xwepêşandaran kirine.

Royce bi berdwamî bi bîr xist ku azadîya beyanê yek ji prensîbên sereke yên qanûna bingehîn ya Amerîka ye û got ku ewê nehelîn ku ti hikûmet ji destê wan mafê hemwelatîyên Amerîkî bigire.

Yek ji amadekarên bernivîsê Eliot Engel yê Demokrat jî dîyar kir ku bûyerên qewimîne ‘’xofdar’’ in. Engel da zanîn ku balyozxaneya Tirk wê rojê ew jî vexwendîye, lê got ku ‘’baş e ez neçûme’’

Endamên Civaka Nûneran yên Komarî Ileana Ros-Lehtinen û Gus Bilirakis dîyar kirin ku wan jibo ‘’hesabê wê êrîşa eyb ji hikûmeta Tirk were pirsîn’’ ji Wezareta Dadê û Wezareta Karên Derve re name şandine û ji endamên din jî piştgirî xwestin.

‘’Ew êrîş nayê qebûl kirin. Hevalbend nikarin li axa Amerîka êrîşî hemwelatîyên Amerîkî bikin. Hemwelatîyên bîyanî yên ku ji hiqûqê re rêzê nagirin, divê nikaribin mafên vî welatî bi kar bînin.’’ Lehtinen got.

Lehtinen bi berdewamî da zanîn ku wan di nameyê de xwestîye ku êrîşkar derkevin pêşberî dadgehen, yên li Amerîka bi demûdest werin dersînor kirin û jibo yên ne li Amerîka jî qedexeya ketina Amerîka were danîn.

Christ Smith yê Komarî jî got ku bûyerên li pêş balyozxaneyê qewimîne ‘’pir kirêt û xofdar in’’ û destnîşan kir ku polîsan jî nikaribûye êrîşa ‘’eşqiyayên Erdogan’’ rawestînê.

Smith bi taybetî ser xwepêşendara ku parêzvan bi pehînan lêdixin axifî û got ku ew jî ser êrîşan daxwaza darizandineke rast dike.
David Cicilline yê Demokrat got ku êrîşa qaşo parêzvanan yên ser hemwelatîyên Amerîka tirsdêr in û ewê bi ti awayî neyên qebûl kirin.

Demokratekî din Gregory Meeks jî da zanîn ku wî bûyer bi tirs temaşe kiriye.

‘’Hêvîdar im ku Tirkîye, ku hevalbendê NATO ye, fehm bike ku hin presîbên me bo parastina demokrasî û bihîstina hemî ramanan heye.’’ Meeks got.

Meeks bi berdewamî da zanîn ku Tirkîye di dewra Erdogan de serberjêr diçe ku wî xwestîye ku wê zextê bîne Washingotonê, ku li dinê wek paytaxta demokrasî tê nasîn. Meeks dîyar kir ku Erdogan jî êrîş temaşe kiriye, tiştek nekiriye û meşiyaye ku ew jî nîşan dide ku wî jibo êrîşê pejirandineke pasîf daye.

Brad Schneider yê Demokrat dîyar kir ku Erdogan zordarîyan ser azadîya medya çêdike û endamên muxalîf dixe hepsê.

‘’Nayê qebûl kirin ku mêvanên hikûmeta me, li axa me azadîya beyanê binpê bikin. Ew bûyer hemî li pêş çavên Erdogan qewimîn ku êrîşeke li dijî bingehên demokrasîyê ye. Ew cara sêyan e ku tiştên wisa diqewimin û divê cara dawî be’’ Schneider got.

Ann Wagner yê Komarî destnîşan kir ku jiber ku wî binpêkirina mafeke qanûnî yê sereke dîtîye şok bûye.

Brad Sherman yê Demokrat da zanîn ku li Tirkîyê azadîya beyanê tine lê divê li Amerîka jibo wê rêz were girtin. Sherman got ku divê careke din destûr neda dayîn ku zêrevanên Erdogan bikevin hindur Amerîka.

Dana Rohrabacher yê Komarî jî dîyar kir ku Erdogan dema bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan kiriye wî bûyer temaşe kirine. Rohrabacher got ku ger Erdogan difikire ku jiber fikran, bertekan hin kes dikarin êrîş bibin ser xwepêşanderan divê karbidestên Amerîkî destûr nedin wî ku ew were Amerîka.

Rohrabahcer bi berdewamî da zanîn ku berê li Tirkîyê hinekî demokrasî hebûye, lê Erdogan wî nake vediguherîne dîktatorîyeke terorî ya Îslamî ya herî kirêt ya cîhanê.

XS
SM
MD
LG