Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Dibêje ku Berpirsê Kuştî û Birîndarên li Ser Sînor Artêşa Tirk E


Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl
Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl

Artêşa Tirkîyê da zanîn ku îro Çarşemê piştî leşkerekî wê bi guleyeke ji herêma Kurdan ya li bakurê Surîyê hatiye kuştin, wek bersîv êrîşê wê herêmê kiriye.

Artêşê dîyar kir ku leşkerê wê, li Hatayê bi qurşîna sekvanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê li Efrînê hatîye kuştin.

Amerîka, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de li bakurê Surîyê piştgirîyê dide YPG’ê.

YPG, ji aliyê din ve bi Rûsya re jî hevkarîyê dike. YPG’ê eşkere kiribû ku Moskow li Efrînê bingeheke leşkerî ava dike ku ew dê jibo perwerdekirina şervanan were bi kar anîn.

Tirkîye, YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û karbidestên wê bi daxuyaniyan dibêjin ku ewê nehêlin ku li bakurê Surîyê ‘’dewleteke terorê’’ hebe.

Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl ji Reuters’ê re da zanîn ku di bûyerên ku îro Çarşemê qewimîn de berpirs Artêşa Tirk e ku bi topan êrîşî gundên ber sînor kiriye û 10 kes birîndar kirine.

‘’Helbet ku êrîşek bibe em dê destê xwe girênedin û rûnenin, em dê parastina xwe ya rewa bikin.’’ Xelîl got.

Wezareta Berevanîya Rusya, pêr Duşemê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku ewê li Sûrîyê bingehên nû yên leşkerî ava nekin lê dîyar kiribû ku li nêzî Efrînê jibo agirbestan hin navendan danûsitandinê ava kirine.

YPG’ê gotibû ku leşkerên Rus, bi wesayîtên zirxî hatine Efrînê.

XS
SM
MD
LG