Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator John Cornyn: Balyozê Tirk Divê Hin Pirsan Bibersîvîne


Senatorê Amerîkî John Cornyn, ser bûyerên ku hefteya borî li pêş balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê qewimîn axifî.

‘’Li gor min, balyozê me ne mecbûr e ku bersîva hin pirsan bide, divê balyozê Tirk hin pirsan bibersîvîne’’ Senatorê Komarî Cornyn got.

Hin senatorên din jî berê ser bûyerê peyîvîbûn. Senatorê Arîzona John McCain gotibû ku bûyerên qewimîne nayên qebûl kirin ku divê balyozê Tirk yê li Washingotê were dersînor kirin.

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka dîyar dike jibo biryara dersînorkirinê hîn zû ye. Tillerson dide zanîn ku piştî vekolînê ewê ser balyozê Tirk biryar were dayîn.

McCain ser gotinên Tillerson nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ‘’Çi hewceyî vekolînê, dîmenan temaşe bikin bes e’’

McCain û Senatora California ya Demokrat Dianne Feinstein hefteya borî derbarê bûyeran ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re name şandibûn.

XS
SM
MD
LG