Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda di Êrîşeke Xwekuj de 4 Polîs Têne Kuştin


Ji arşîvê, li Bexda piştî êrîşeke xwekuj
Ji arşîvê, li Bexda piştî êrîşeke xwekuj

Reuters’ê ji zarê jêderên ewlekarîya Îraqê ragihand ku li Bexda, di êrîşeke xwekuj ya li nêzî navendeke çapemenîya bîyan 4 polîs hatine kuştin.

Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li Taxa Abu Nawas de 5 kes jî birîndar bûn.

Balyozxaneya Fransa jî nêzî cîhê êrîşê ye.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, lê tê guman kirin DAIŞ’ê êrîşa bi wesayîta bombebarkirî li dar xistîye.

XS
SM
MD
LG