Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanêrên Îraqî Sibe Dicivin, Lê Peqîn jî Berdewam In


Qanûndanêrên Îraqî hazirîya destpêkirina prosesa danûstandinan dikin ku çareserîyeke ji krîza sîyasî ya wî welatî re peyda bikin.

Lê, berî cicîna çaverêkirî ya sibe Seşemê, çekdarên DAIŞê bi jimareke bombeyan êrîşî Bexda kir û herî kêm 20 kes kuştin.

Pispor bal dikşînin ku êrîşên dawî nîşan didin ku gelek astengî li ber peyvajoya danûstandinan hene.

Di êrîşên berê yên vê dawîyê de xwepêşandanên girseyî qewimîbûn ku banga karvekêşana karbidestên bilind dikirin.

Serokwezîr Heyder Abadî do Yekşemê li pêş parlemanê peyîvî û bang li qanûndanêran kir ku heta operasyona Felucê bi dawî dibe, cudabîrîyên xwe dînin alîyekî.

XS
SM
MD
LG