Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çend Êrîşên Xwekujî de Pirtir jî Deh Kes li Îraqê Hatine Kuştin


Wêneye arşîvê ji êrîşeke li Bexda
Wêneye arşîvê ji êrîşeke li Bexda

Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama çend êrîşên bombeyî de, bi kêmî ve 17 kes li Bexda ya paytaxt hatine kuştin.

Karbidest didine zanîn ku bombevanên xwekujî yên DAIŞ’ê, bu elegên peqînkar avêtin ser taxa Cedîda ya li rojhilat û taxa Bayaa ya başûrê Bexda ku piranîya rşûniştvanên wan deran Şîa ne.

Karbidestên ewlekarîyê ragihand ku di êrîşa xwekujî ya Cedîda de 8 kes hatine kuştin, 29 kesên din jî birîndar bûn, tevî ku hîn jêderên din qewimîna peqîna bombeyeke ser rêkê de jî ragihand.

Di êrîşa xwekujî ya din de li Bayaa, herî kêm 9 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn.

DAIŞ û komên din yên tundrê pir caran Şîayên li taxên Bexda dikin armanc, bi sedema ku ew ne Misilman in.

Tundîya îro Sêşemê du roj paş êrîşeke din ya xwekujî qewimî ku dîsa DAIŞ’ê kiribû û 6 kes li rojavayê Bexda tê de hatibûn kuştin. Rojeke berê wê jî, di êrîşeke bombeyî û çekdarî de 12 kes li nêzîkî Tîkrît ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG