Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Bombeyî de bi Pirtir ji 20 Kes li Bexda Hatine Kuştin


Wêneya arşîvê ji taxa Amil

Ajansa Reuters ragihand ku di êrîşeke bombeyî de pirtir ji 20 kesan li taxeke Şîayan ya Bexda hatine kuştin.

Jêderên saxlemî û leşkerî ragihand ku peqîn li taxa Amil ya li başûrê Bexda qewimî û pirtir jî 45 kesên din jî di êrîşê de birîndar bûn.

Jêderên leşkeri bal kişand ku peqîn li cadeyeke navendî ya bi firoşgehên dagirtî qewimî.

Demşdest ti kes berpirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê karbidest guman dikin ku DAIŞ ew êrîş pêk anîbe.

XS
SM
MD
LG