Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekî Kurd li Mûsilê Hat Kuştin


Bextîyar Hadad, kesê duyê ji destê çepê
Bextîyar Hadad, kesê duyê ji destê çepê

Rojnamevanê Kurd Bextîyar Hadad di encama peqîna bombeyeke DAIŞ’ê de li rojavayê Mûsilê hate kuştin.

Di bûyerê de 3 rojnamavanên Fransî jî, ku bi Hadad re şerê Mûsilê dişopand, jî birîndar bûn.

Malpera NRT ya Îngîlîzî ragihand ku rêxistina Berevanîya Rojnamevanên Îraqî jî bi daxuyanîyeke nivîskî, mirina Hadad piştrast kir.

Rêxistinê da zanîn ku her çar rojnamevan ligel Hêzên Dijteror yên Îraqî operasyona Mûsilê dişopand, dema wan pê li bombeyeke DAIŞ’ê kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Îraqî di 17’ê Cotmeha sala borî de dest bi operasyoneke berfireh kiribû bajarê Mûsilê tevahî ji destê DAIŞ’ê rizgar nikin.

XS
SM
MD
LG