Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarî li Amerîka di Asta 5 ji Sedê Dimîne


Wezareta Kar ya Amerîkî di raporta xwe ya îro Înê de radigihîne ku di Nîsanê de 160,000 karên nû li ekonomîya Amerîka zêde bûne û rêjeya bêkarîyê wek berê di asta ji sedê maye.

Afirandina karên nû di sektorên wek xîzmetên karsazî, lênerîna saxlemîyê, avakirin û do sektora fînans de pêk hatin.

Di sektora firotin û madenkarî de hejmara karan kêmtir bûye û taybetî karên girêdayî neftê, bi sema nizimbûna buheyê petrolê hindiktir bûne.

Pêzanînên wezaretê nîşan dide ku hejmara kesên bêkar, bi guherînên pir biçûk 7.9 mîlyon e.

Tevî ku di meha Adarê de kêmtir kar li bazarên Amerîkî zêde bûne, dahatîyên di sektora taybet de 8 cent bilindtir bûne.

XS
SM
MD
LG