Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloomberg û Twitter Dest bi Televîzyoneke Nûçevanî Dikin


Twitter û Bloomberg hazirîya kanaleke nû ya nûçeyan dikin ku ji ser înternetê 24 demjimêran weşanê bike.

Rêvebirê bilind yê Bloomberg Media ji hesaba xwe ya Twitterê ew nûçe ragihand û got ku ewê di warê nûçevanî de gavên kelecanî bavêjin.

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Bloomberg wê naverokên taybet jibo wê kanalê amade bike û ewê ji kanala televîzyona şîrketê cûda be.

Li ser ragihandina Bloomberg, Twitter daxuyanî nedaye rojnamê, bi sedema ku ewê derengîya îro dê daxuyanîyeke fermî bide.

Pispor dibêjin ku ev gava nû dikare derfeteke nû ya mezinbûnê ji Twitter re amade bike ku li gor torên din yên medya civakî pêşdeçûna wê kêm mabû.

XS
SM
MD
LG