Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamerun: 5000 Kes ji Boko Haram Hatin Rizgar Kirin


Penaberên Nîjerya yên ku jiber êrîşên Boko Haram revîyane Nîjerê
Penaberên Nîjerya yên ku jiber êrîşên Boko Haram revîyane Nîjerê

Reutersê do Çarşemê ji zarê karbidestên Kamerunê ragihand ku hêzên Afrîqa Rojava, di operasyonên li dijî Boko Haram yên li ser sînorê Kamerun û Nîjerya de, 5000 sîvîl ji dest rêxistina Îslamî rizgar kirin û 60 çekdar jî kuştin.

Wezareta Ragihandinê ya Kamerunê dîyar kir ku piranîya sîvîlan zarok û jin in ku ew li gundên di dest Boko Haram de asê mabûn.

Boko Haram, ji 2009'an vir ve jibo ku li herêma Gola Çadê ya ku Nîjerya, Kamerun, Nîjer û Çad digêhijîne hevdu, xîlafeteke Îslamî damezirîne şer dike. Her çiqas bi hevkarîya hêzên leşkerî ya her çar dewletan, herêma di dest rêxistina tundrê teng bûye jî çekdarên wê çalakîyên xwekuj yên di nav sîvîlan de didomînin.

Di sala 2014'an de çekdarên Boko Haram'ê li gundê Çibok ya Nîjerya 276 keçikên xwendekar dîl girtibûn ku tê zanîn ku hîn jî bi qasî 200 xwendekar girtî ne. Çekdarên rêxistinê carcaran wan keçikan jibo êrîşên xwekuj bi kar tînîn.

Li Maiduguri ya Nîjerya, do Çarşemê di êrîşên xwekuj yên çar keçikan de 2 kes hatibûn kuştin û 16 jî birîndar bûbûn.





XS
SM
MD
LG