Lînkên eksesibilîtî

UNICEF: Boko Haram Karanîna Zarokan bo Êrîşên Xwekuj Pirtir Dike


Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Çarşemê ragihand ku jimara zarokên ku Boko Haram jibo êrîşên xwekuj bi kar tîne, di 2017'an de li gor salên berê zêde bûye.

UNICEF'ê bi daxuyanîyekê ragihand ku li welatên herêma Gola Çadê, ku Nîjerya, Nîjer, Kamerun û Çad in, rêxistina Îslamî Boko Haram, di sê mehên peşî ya 2017'an de 27 zarok jibo êrîşên xwekuj karanîne.

Par, di sê mehên pêşî de Boko Haram 9 zarok jibo êrîşên xwekuj karanîbûn ku ew jimar, di dawîya salê de bûbû 30. Piranîya zarokan keç bûn.

Boko Haram di êrîşên 8 salan de ji 20,000 zêdetir kes kuştin. Rêxistina tundrê, di sala 2014'an de ji Çibok ya li bakurê rojhilata Nîjerya pirtir ji 200 keç revandibûn ku vê bûyerê li dinê deng vedabû.

Rêvebira Asya Navîn û Rojava ya UNICEF'ê Marie-Pierre Poirier dîyar kir ku ew zarokên Boko Haram bi kar tîne ne kujer, lê qurbanî ne.

"Karanîna zarokan jibo êrîşên xwekuj kiryareke hovane ye ku nayê qebûl kirin" Poirier got.

Piranîya zarokên ku ji Boko Haram revîyane ji alîyê hikûmetan ve tên darizandin yan jî ji alîyê civak û malbatên wan ve tên reş kirin.

UNICEF'ê eşkere kir ku Nîjerya pêr Duşemê, 593 kesên ku di nav de zarok jî hene serbest berdaye, lê hîn jî 370 kes bi îdiaya ku peywendîya wan bi Boko Haram re heye girtî ne.

XS
SM
MD
LG