Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûsitandinên Brexitê Roja Duşemê Destpê Dikin


Alîgirên YE li Londonê
Alîgirên YE li Londonê

Wezîrê Brexitê yê Brîtanya David Davis û Danûsitandinerê Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Michel Bamier dîyar kir ku hevdîtiên bo derketina ji YE, ewê di 19’ê Hezîranê de destpê bikin.

Di daxuyanîya hevpar ya London û Brukselê de hate gotin ku her du alî dê li gor xala 50’an ya Peymana Lîzbonê danûsitandinan bikin ku di wê xalê de veqetîna ji YE hatîye nivîsîn.

Brîtanya û YE hewil didin ku danûstandinan heta Adara 2019’an bi dawî bikin.

Mafên hemwelatîyên YE yên li Brîtanya dijîn û hemwelatîyên Brîtanya yên li welatên YE dimînin, kêşeyên aborî yên li dû endamtîya 40 sal çêbûne, sînora di navbera Îrlanda û Îrlandaya Bakur ewê mijarên sereke yên danûsitandinan bin.

Di dengdana ku di 23’ê Hezîrana 2016’an de li dar ketibû de 51 ji sedê hemwelatîyên Brîtanya jibo veqetîna ji YE deng dabûn

XS
SM
MD
LG