Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanî bo Hilbijartinên Parlemanî yên Pêşwext Ser Sindoqan in


Dengderên Brîtanî jibo hilbijartina endamên nû yên civata jêrîn ya parlemanê îro Pêncşemê diçin ser sindoqan.

Serokwezîra Brîtanî Theresa May di meha Nîsanê de biryara hilbijartinên pêşwext dabû ku di danstandinên derketina ji Yekîtîya Ewrupa (Brexit) destê xwe xurtir bike.

Dema Xanim May biryara hilbijartinên pêşwext dabû, partîya wê, Partîya Konservatîf di pirsnameyên bîragiştî de li pêş hemî partîyan bû û karîbû piranîya nav parlemanê bi dest bixista.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştgirîya hîngê li gor anketên nav mehên borî kêmtir bûye, lê dîsa jî çaverê ye ku Partîya Konservatîf li pêş Partîya Kar hilbijartinên temam bike.

Li ber e encamên hilbijartinan yên bo 650 kursîyên parlemanê roja Înê werin eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG