Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dawî li Vekolîna Îdiayên Zêdegavîyên Leşkerên Wê li Îraqê Tîne


Serokwezîrê Brîtanî yê berê Tony Blair bi leşkerên Brîtanî re li Bingeha Şaibah ya Besra, Berfanbar 22, 2005
Serokwezîrê Brîtanî yê berê Tony Blair bi leşkerên Brîtanî re li Bingeha Şaibah ya Besra, Berfanbar 22, 2005

Hikûmeta Brîtanî îro Înê ragihand ku ew dawî li vekolîna zêdegavîyên hêzên Brîtanî li Îraqê tine ku heft sal berê hatibû vekirin.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanî Michael Fallon dibêje ku di çend mehên were de Tîma Vekolîna Zêdegavîyên li Îraqê dawî li xebatên xwe tîne û 20 bûyerên bin berpirsîya wê, dê ji alîyê Polîsên Deryayî yên Qralîyetê (Royal Navy Police) ve bêne vekolîn.

Ew tîm ji alîyê hikûmetê ve di sala 2010'ê de hatibû damezrandin, lê ji mêjve dibû armanca rexneyên sazîyên polîtîk û leşkerî yên Brîtanya.

Komîteya Berevanî ya Parlemana Brîtanî îro ragihand ku ew tîma vekolînê kêrî tiştekî nedihat û di destê parêzeran de bûbû alav ku li gor berjewendîyên xwe dozan li hember hikûmetê vekin.

Hêjayî balkişandinê ye ku yek jî parêzerên serekî ku nûnertîya dozên hember wê tînê dikir, ji kar hate avêtin û li gor Fallon gelek dozên ku hember leşkerên Brîtanî hatibûn vekirin, bê bingeh bûn.

Lekerên Brîtanya ku di navbera 2003-2009'an de li başûrê Îraqê hatibûn îchkirin, tûşî jimareke îdiayên êşkence û zêdegavîyan bûbûn.

XS
SM
MD
LG