Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşa Nêzî Parlemana Brîtanî de 4 Kuştî Hene


Di êrîşeke de li nêzîkî parlemana Brîtîanî de herî kêm 4 kes hatine kuştin ku di nav wan de êrîşvanê berguman û polîsek jî hene.

Polîsên Brîtanî wek kiryareke terorîstî vekolîna ser êrîşê didomînin.

Berpirsê polîsên Londonê, BJ Harrington ji nûçegîhanan re got ku tevî ku armanca êrîşê ne dîyar be jî, ew wek kiryareke terorîstî lêpirsîna xwe didomînin.

Di heman demê de lêgerîna polîsan jî berdewam dike ku kesên din di êrîşê de cîh girtine yan, êrîş ji alîyê kesekî tenê hatiye kirin.

Piştî ku êrîşvanekî polîsek kêr kir û ew kuşt, parlemana Brîtanî ji alîyê hêzên ewlekarîyê vê hate daxistin.

Di êrîşê de xencî polîs û êrîşvanê berguman, 2 kesên din hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG